Newroza Amedê destpê kir: Leyla Zana besdar e

21 March 2024 13:41 0 dîtin
Newroza Amedê destpê kir: Leyla Zana besdar e

PeyamaKurd - Pîrozbahiya herî dawî ya Cejna Newrozê li Amedê tê lidarxistin. Ji danê sibehê ve bi sed hezaran kes daketin qada Newrozê ya Amedê û tê payîn ku yek ji kesayetên sembol ên Bakurê Kurdistanê Leyla Zana axaftinekê bike.

Cejna Newrozê îro li Amedê tê lidarxistin. Navnîşana pîrozbahiyan wekî salên borî Parka Newrozê ya navçeya Rezan e.

Bi sed hezaran kesên ji navçeyên bajêr ji demjimêrên sibehê ve dest bi hatina Amedê kirin.

Tê payîn ku Leyla Zana ku yek ji navên sembol ên siyaseta Kurd a Bakurê Kurdistanê ye, di Newroza Amedê de axaftinekê bike. Her wiha hunermenda Tûnisî ya navdar Emel jî wê derkeve ser dikê û ji bo Amediyan stranên xwe bistrê.

Ji aliyê din ve malbatên ku di komkujiya Robozikê de xizmên xwe ji dest dan, malbatên qurbaniyên hêrişa DAIŞê ya Pirsûsî, malbatên kesên di dema qedexeyên derketina derve yên di navbera 2015 û 2016’an de jiyana xwe ji dest dane, malbata Mazlûm Dogan, malbata Denîz Poyraz, xizmên siyasetmedarên kurd û rojnamevanên ku bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin jî beşdar bûn.