Dozgeriyê ji bo ahenga Newroza Amedê lêpirsîn da destpêkirin

22 March 2021 18:32 0 dîtin
 Dozgeriyê ji bo ahenga Newroza Amedê lêpirsîn da destpêkirin

PeyamaKurd – Dozgeriya Komarê ya Diyarbekirê ji bo pîrozbahiya Newrozê ya doh hat lidarxistin lêpirsîna dozê da destpêkirin.

Hat ragihandin Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê bi hinceta vekirina posterên Abdullah Ocalan û alên PKKê lêpirsîn daye destpêkirin.

Ahenga Newrozê ya li Diyarbekirê doh 21ê Adarê li Parka Newrozê ya Diyarbekirê birêve çûbû û bi qasî 100 kes dema kontrolên polîsan hatibûn binçavkirin ku ji wan îro 68 kes hatine berdan.