Nîjerya | Di êrîsa çekdarî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

10 August 2023 20:59 0 dîtin
Nîjerya | Di êrîsa çekdarî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li eyaleta Plateau ku li Nîjeryayê dem bi dem pevçûnên olî rû didin, di êrîşa çekdarî de 17 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Berdevkê Deşta Hêza Taybet a Leşkerî Kaptan Ola James di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên nenas ên ku di saetên serê sibehê de hatin herêma Barkin Ladî ya eyaleta Plateau, gule li derdorê reşandin.

James diyar kir, di êrîşê de 17 kes mirin û gelek kes jî birîndar bûn.

James eşkere kir, leşker sewqî herêmê kirine û diyar kir ku rewş di bin kontrolê de ye.

Dem bi dem, tundûtûjî di navbera Misilman û Xiristiyanan de li eyaleta Plateau ya Nîjeryayê diqewime. Meha borî di operasyonên ku li eyaletê hatin kirin de 130 çekên derqanûnî hatin bidestxistin.

Waliyê Plateau Caleb Mutfwang ragihand, di 3 mehên dawî de di pevçûnên li ser esasê olî de zêdeyî 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.