Nikki Halley ji bo kustina leskerên DYA: Biden ji siya xwe ditirse
PeyamaKurd - Nûnera Taybet a berê ya DYA ya NY Nikki Haley, di derbarê êrîşa li Urdunê ya li dijî baregeha leşkerî ya DYAyê de rexneyên tûnd li Serokê DYAyê Joe Biden kir û got: "Biden ji siya xwe ditirse."
Haley ku yek ji berbijêrên hilbijartinên Serokatiya DYAyê ya Partiya Komarî bû, ji bo 3 leşkerên Amerîkî ku tê angaştin di êrîşa komên milîşe yên girêdayî rejîma Îranê de li Urdunê hatin kuştin de got: "Me 3 lehengên hêzên xwe ji dest dan.
Nikki Haley ku yek ji gringtirîn siyasetmedarên Partiya Komarî ya DYAyê ye, wek sedemê kuştina van leşkeran jî Serokê DYAyê Joe Biden tawanbar kir û got: "Sedemê vê yekê ew e ku Biden ji siya xwe ditirse. Piştî êrîşa wan komên çekdar a yekem, divê DYAyê bi awayekî kategorîk bersiveke tûnd bida."
Yekşema çûyî (28-Çile), li dijî baregeha leşkerî ya DYA ya li ser sînorê Urdun û Sûriyeyê, bi frokeyên bêmirov, êrîşek pêk hat. Di êrîşê de 3 leşkerên Amerîkî canê xwe ji dest dan û ji 40î zêdetir leşker jî birîndar bûn.
Wezareta Parastinê ya DYAyê ragihand ku di encama lêkolînan de wan di êrîşê de şopên tiliya Hizbullaha Iraqê ku girêdayî Pasdarên rejîma Îranê ye vedîtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin