Nirxê Apple ji ber qedexeya Çînê bi carekê 200 milyar dolar kêm bû
PeyamaKurd – Ji ber biryara hikûmeta Çînê ya li saziyên dewletê qedexekirina telefonên Iphone nirxê kompaniya Apple li borseyê di nav du rojan de 200 mîlyar dolar kêm bû.
Li Çînê telefonên Iphone li karmendên dewletê li saziyan hem jî xebitandina Iphoneyan ji bo kar hate qexe kirin.
Li ser vê biryarê nirxê parên Apple li borseyê bi carekê ji sedî 6 kêm bû û dibe ku hîn kêmtir jî bibe.
Bazara Çînê ji sedî 18ê cîroya giştî ya Apple pêk tîne û piraniya telefonên İphnone jî li Çînê têne hilberandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin