Çînê bi carekê 1,290 mirî eskere kir û got, me agahî ne vesartine!

17 April 2020 16:27 0 dîtin
Çînê bi carekê 1,290 mirî eskere kir û got, me agahî ne vesartine!

PeyamaKurd – Welatê Çînê ku vîrusa koronayê meha Kanûna 2019an vîrusa koronaya nû Covid-19 li bajarê wê yê Wuhanê dest pê kir û li seranserê dinyayê belav bû, piştî rexne û tawanbariyên welatên wekî Amerîkayê yên derbarê veşartina agahiyan de bi carekê hejmara miriyan 1,290 kes zêde kir û tawanbarî jî red kirin

Komîteya Tenduristîya Wuhanê ragihand ku hejmara kesên ji vîrusa korona li Wuhanê can dane bûye 3,869 kes û sedema tomar nekirina beşek ji hejmara wan mirîyan jî ne hewleke ji bo veşartina hejmara rast ya haletan e.

Li gorî ajansa Xinhua ya Çînê jî 1,290 kesên îro li miriyên koronayê hatine zêdekirin, kesên beriya bigihin nexweşxaneyan can dane yan jî ji ber şaşiyên tomarkirina navan e.

Li gorî vê daxuyaniya dawî hejmara miriyên koronayê li Çînê gihîşt 4 hezar û 632 kesan.