Nivîskar Mihemed Emîn Ehmed li Silêmaniyê koça dawiyê kir

14 December 2019 14:19 0 dîtin
Nivîskar Mihemed Emîn Ehmed li Silêmaniyê koça dawiyê kir

PeyamaKurd - Mamosta û çîroknûsê Kurd, Mihemed Emîn Ehmed ji ber nexwaşiyê koça dawiyê kir û duh bi beşdarbûna girseyekê ve li Silêmaniyê bi axê hate spartin.

Mihemed Emîn Ehmed, di salên 1940î de ji dayîk bûye û xelkê Germiyanê ye û di warê felsefê de zan û şaraza bû.

Nivîskar Mihemed Emîn Ehmed xwedî du pirtûkên bi navê wan ‘’Ebê û Nabê (Dibe û Nabe)’’ ku li ser ziman e û di sala 1977an de çap kiriye û herwiha ‘’Xor dizîn (Diziya rojê) jî sala 2001ê de hatiye çap kirin.