Nivîskar û lêkolînera Kurd Kawûsî hat girtin

20 May 2020 10:23 0 dîtin
Nivîskar û lêkolînera Kurd Kawûsî hat girtin

PeyamaKurd - Nivîskar û lêkolînera Kurd Mojgan Kawûsî ku ku 76 meh û 15 roja cezayê zindanê lê hatibû birîn, hat girtin û bo girtîgehê hat şandin. Kawusî bi hinceta ‘handana xelkê bo têkdana nîzama giştî’ û bi ‘propagandaya dijî nîzamê’ tê sizadan.

Parêzerê Mojgan Kawûsî li ser hesabê xwe ya Twîtterê ragihand, ku îro ew nivîskar û lêkolînera Kurd ji bo cîbicîkirina cezayê lê hatiye birîn, bo zindanê hatiye şandin.

Parêzerê Kawûsî got, “Şuraya Cîbicîkirina Tawanan a bajarê Newşehir, bi binpêkirina maddeya 500 a yasa Dadgeha Keyferî û bêyî vexwendname, biryara desteserkirina Mojgan Kawûsî der kiriye.”

Roja Înê, 26ê Nîsanê, Mojgan Kawûsî ku nivîskar û çalakvaneke Kurdên Yarsan e, di girtevîdeoyekê de, behsa hukmê desteserkirina bêyî banghêştanmeyê kiribû ji bo cîbicîkirina hukmê zindanîkirinê. Hukmê 69 meh zindanîkirina wê çalakvana Kurd, li dadgeha pêdaçûnê ya parêzgeha Mazenderan bo 76 meh û 15 roj zindanîkirinê hat guhertin ku 36 meh ji wî hukmî dê bê cîbicîkirin.

Dadgeha Înqilab a bajarê Newşehirê, ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘endamtiya hizbên Kurdî yên dijberên hikûmeta Îranê’ 33 meh û bi tohmeta ‘handana xelkê bo têkdana nîzama giştî’ 30 meh û bi ‘propagandaya dijî nîzamê’ jî 6 meh cezayê zindanîkirinê lê birîbû.

Ew nivîskara Kurd bi tohmeta ‘piştevanîkirin li nerazîbûnên bajarên Kurdistanê’ li torên civakî, ji aliyê îtlaatê ve hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeha Rêxistina Îtlaatê ya Supaya Pasdaran a Sarî hatibû veguhastin. Roja 19ê Mijdarê jî, ew nivîskar û çalakvana Kurd bi biryara desteserkirina demkî ji bo zindana Newşehirê hatibû veguhastin.