Nivîskar û siyasetmedarê Kurd îro li Stenbolê koça dawî kir
PeyamaKurd – Nivîskar û siyasetmedarê Kurd ê ji Bakurê Kurdistanê Abdurrahman Onen, îro li Stenbolê ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.
Berdevkê Ciwanên Neteweyî yên Kurdistanê (CNK) Jiyan Tîmûrtaş ku nêzîkî Abdurahman Onen e, bi peyameke sersaxiyê li ser Facebookê diyar kir: ‘‘Welatperwerê Kurd, Mamoste Abdurrahman Onen îro 23/08/2021 ji ber nexweşiya penceşêrê çû ber dilovaniya Xwedê.
Em wek Ciwanên Netewî yên Kurdistanê – CNK, bi wefata Abdurrahman Onen gellekî xemgînin. Cîhê wî bihuşt be. Serê gelê me sax be.’’
Abdurrahman Onen kî ye?
Abdurrahman Onen ji navçeya Dêrikê ya Mêrdînê ye. Piştî xwendina dibistana seretayî û navîn li Mêrdînê ew ji bo xwendiya zankoyê diçe Zanîngeha Stenbolê û li Stenbolê beşa Edebiyat û Cografyayê dixwîne. Di sala 1980yî de zanîngehê diqedîne. Di dema xwendina zankoyê û piştî wê ji ber beşdarî di kar û çalakiyên neteweyî li Stenbolê rastî girtin û îşkenceya desthilata Tirkiyê dibe û demeke dirêj nikare kar bike. Di sala 1984an de, dest bi kar dike û heta sala 2008an li Stenbolê weke mamosteyê cografyayê kar kiriye.
Abdurrahman Onen ligel mamostetiya cografyayê, jiyana xwe ji bo nivîsîn û tomarkirina coğrafyaya Kurdistanê terxan kiribû û li her çar parçeyên Kurdistanê, gund bi gund, bajar bi bajar, newal bi newal û digeriya û ew li cem navên wan ê resen, ligel wêneyên wan tomar dikir.
Berhemenên Abdurrahm Onen ê çap bûne ev in
-Ferhenga Erdnîgariya Kurdistanê
-Agirî
- Wan
Cihê behsê ye, rêzeberhemên Abdurrahman Onen ê derbarê bajar û herêmên Kurdan jî ji bo çapê tên amadekirin.
Abdurrahman Onen demeke dirêj e bi nexweşiya penceşêrê ketibû û li Stenbolê tedawî dibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin