North Press: Pasdarên Îranê baregehên xwe yên Dêrezorê vala kirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Artêşa Pasdaran a rejîma Îranê baregehên xwe yên li Dêrezorê vala kiriye. Ev geşedana leşkerî piştî hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê pêk hat.
Li gorî ajansa nûçeyan a North Pressê Pasdarên Îranê ji ber metirsa hêrişên Îsraîlê gelek baregehên xwe yên li Dêrezor û nevçeyên wê yên Elbû Kemal û El Meyadînê vala kirine.
Di nûçeyê de hat ragihandin ku ji bo ku xwe veşêrin pasdaran berê xwe dane xendek û tunelên li çola El Meyadînê.
Herwiha North Pressê diyar kir ku pasdaran dest daniye ser alavên mobîl ên çekdarên xwecihî jî.
Li aliyê din hate ragihandin ku pasdaran serkirdeyên xwe yên payebilind, bi otombîlên sivîl veguhestine cihekî nediyar û hişyariyeke giştî dane baregehên xwe yên li Himis û Dêrezorê.
Li gorî nûçeyê, pasdaran pergalên xwe yên mûşekavêj jî veguhestine bajarokên El Salihiye û El Meyadînê.
Îranê duh wek bersivdana hêrişa Îsraîlê ya 1ê Avrêlê ya li dijî Konsulxaneya Îranê ya Şamê, bi sedan dronên kamîkaze û mûşekên balîstîkî hêrişî Îsraîlê kir.
Di hêrişa Îsraîlê ya 1ê Avrêlê de, li balyozxaneya Îranê ya Şamê de ji artêşa Pasdaran a Îranê 2 jê general bi giştî 7 payebilindên leşkerî hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin