Nûnerê Brîtanyayê banga rêkeftineke demdirêj li Bexda û Hewlêrê kir
PeyamaKurd – Nûnerê Daîmî yê Brîtanyayê li Neteweyên Yekbûyî (NY) James Roscoe, li civata giştî ya NY bang li hikûmetên Bexda û Hewlêrê kir, rêkeftineke demdirêj li ser jêderan û dabeşkirina dahatê bikin.
Encûmena Asayişa Navdewletî bi beşdariya her pênc endamên daîmî yên Encûmenê û Şandeya Neteweyên Yekbûyî bo Iraqê, doh 24ê Mijdarê derbarê Iraqê de civiya.
Cîgirê Nûnerê Brîtanyayê yê Daîmî li NY James Roscoe gotarek pêşkêş kir û li ser pêşhatên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê ragihand, Brîtanya bi başbûna pêwendiyên Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bi rêkeftina Şingalê xweşhal e. Bi wê rêkeftinê, bi hezaran Êzidî dê vegerin ser cih û warên xwe.
James Roscoe got: “Pêwîst e komên çekdar hevkar bin ji bo bicihkirina wê rêkeftinê. Di heman demê pêwîst e Hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pêşkêşkirina xizmetkariyan û geşkirina aboriyê de hevkar bin.”
Nûnerê Brîtanî di berdewamê de diyar kir: "Em bang li Bexda û Hewlêrê dikin ku rêkeftineke demdirêj li ser jêderan û dabeşkirina dahatê pêk bînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin