Nûnerên 30 welatan li Parîsê ji bo Libyayê civiyan

12 November 2021 21:06 0 dîtin
Nûnerên 30 welatan li Parîsê ji bo Libyayê civiyan

PeyamaKurd – Bi beşdariya nûnerên 30 welatên Cîhanê, îro 12ê Mijdarê li paytexta Fransa Parîsê konfransek derbarê Libyayê û hilbijartinên dawiya salê yên Libyayê de hat lidarxistin.

Hat ragihandin ku di konferansê gotûbêj li ser hilbijartinên 24ê Kanûna 2021ê û derxistina çekdarên biyanî ji nav Libyayê hatiye kirin.

Nûnerên welatan li ser nakokiyên li ser bingeha qanûnî ya hilbijartinan û îhtimala redkirina hin komên sereke ji her du aliyên rikeberên Libyayê jî gotûbêj kirin ku ew yek nebe sedema parçebûnê.

Nêzî 30 welat û rêxistin beşdarî konferansa Parîsê ya Libyayê bûne ku di nav wan de welatên cîranên Lîbyayê û hin welatên din jî hene.