Nûnerên Brîtanyayê bi ENKSê re avakirina rêveberiyeke nû gotûbêj kirin

29 August 2019 13:08 0 dîtin
Nûnerên Brîtanyayê bi ENKSê re avakirina rêveberiyeke nû gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Ji bo nêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, welatên Ewropî hatine ser xeta hevdîtinan li gel wan aliyên nakok. Bi vê mebestê, şandeke wezareta derve ya Berîtanya gihaştibû bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê û li gel çend aliyên siyasî civiyabû. Serkirdeyê ENKS Ehmed Icê da zanîn ku wan ligel şanda Brîtanî avakirina rêveberiyeke nû gotûbêj kir.

Ji bo jihevnêzîkkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê, şandeke wezareta derve ya Birîtanya seredana Qamişlo kiribû, û li gel çend aliyên siyasî civiyabû. Di hevdîtinan de, ji bilî mijarên giştî yên girêdayî pirsa Sûriyê, mijara lihevkirina aliyên siyasî û duristkirina rêveberiyeke giştgîr, gotûbêj kiribû.

Serkirdeyê ENKSê Ehmed Icê ku şanda Berîtanî li gel desteya serokatiya wê civiyabû, ji Rûdawê re behsa mijarên hevdîtinê kir. Serkirdeyê ENKS Ehmed Icê got:

“Di navbera şanda Brîtanî û serkirdetiya ENKSê de hevdîtin çêbû û di hevdîtinê ge gelek xalên girîng hatin gotûbêjkirin. Di serî de mijarên wek yekrêziya aliyên Kurdî, navçeya aram û avakirina rêveberiyeke nû ku hemû pêkhate û aliyên siyasî têde beşdar bin.”

Serokê Partiya Aştiya Kurdistanê Telal Mihemed, ku cihê xwe di nav Rêveberiya Xweser de digire got her destpêşxeriyek ji bo nêzîkkirina aliyên Kurdî erênî ye, lê diyar kir ku şanda Brîtanî ne yekemîn car e ku serdana Rojava dike û li gel rêveberiyê dicive.

Sekreterê El Partî Nisredîn Ibrahîm ku di nav Encûmena Sûriya Demokratîk (MSD)de ye lê ne beşek e ji Rêveberiya Xweser e, daxwaz li hemû aliyan kir ku vê destpêşxeriyê bê şer û merc qebûl bikin.

Hemû aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê li pêş mikrofon û kamereyên medyayê piştevaniya xwe ji bo yekrêziya mala Kurd nîşan didin, lê heta niha hîç aliyekî pêngavek ji bo pêkanîna vê yekrêziyê neavêtiye û ne jî zemîn ji bo serketina destpşxeriyên derve xweş kirine. Her aliyek jî aliyê li hember xwe tohmetbar dike.