NY: 47 koçberên diçûn Giravên Kanaryayê mirin

18 August 2021 23:15 0 dîtin
NY: 47 koçberên diçûn Giravên Kanaryayê mirin

PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî ragihand ku 47 koçberên ji peravên Atlantîkê ya Afrîkayê diçûn Giravên Kanaryayê, bi sedema motora tekna wan ariza kiriye, koçber 2 hefte tîh û birçî mane û di encamê de jiyana xwe ji dest dane.

Rêxistina Koçê ya Navdewletî (IOM) ya di bin sîwana Neteweyên Yekgirtî de û Komîseriya Bilind ya NY bi hevre daxwuyaniyekî nivîskî belav kirin û gotin di roja 3 yê tebaxê de 3 ji wan zarok 54 koçber ji peravên Atlantîkê yên bakûrê Afrîkayê ketine ser rê da herin Giravên Kanaryayê.

Tekne piştî 2 rojan xerab bûye û rêwî bê av û xwarin 2 hefte îdare kirine. Dema tekne di 16 ê tebaxê de ji aliyê asayîşa peravên Morîtanya de hatiye dîtin, tenê 7 kes dijiyan û 47 rêwî wefat kiribûn.

Ji 7 kesan halê 4 kesan girane û wan birine nexweşxana bajarê Nouadhibou ya Morîtanyayê.