Li derdora giravên Kanaryayê kestiyeke 200 koçber tê de ne wenda bû
PeyamaKurd – Li derdora giravên Kanaryayê keştiyeke ku ji bajarê Kafountine yê Senegalê bi rê ketiye û 200 koçber tê de ne wenda bû.
Zzanyarî destnîşan dikin, tîmên rizgarkirinê yên Îspanyayê li keştiyeke koçberan a wenda digerin ku herî kêm 200 kes tê de bûn, keştiya navborî zêdetirî hefteyekê ye wenda ye.
Herwiha li gorî nûçeya BBCyê keştiya ku li derdora giravên Kanaryayê wenda bûye, ji bajarê Kafountine yê Senegalê bi rê ketiye.
Dûrahiya di navbera Tenerife û Kafountine de nêzîkî 1700 kîlometreyan e. Li gorî rêxistina alîkariyê Walking Borders, di keştiyê de hejmareke zêde ya zarokan jî hebûne.
Di salên dawî de di hejmara koçberên ku bi keştiyan ji Rojavayê Afrîkayê diçine giravên Kanarya yên Îspanyayê de zêdebûneke mezin heye. Li gorî ajansa nûçeyan a Îspanyayê Efe, keştiya koçberan di 27ê Hezîranê de ji Nîjeryayê derketiye. Hat ragihandin ku balafirek jî beşdarî xebatên lêgerînê bûye.
Keştiya koçberan a ku li peravên Yunanistanê binav bibû û tê texmînkirin ku 750 koçber tê de bûn, di salên dawî de wekî qezaya herî mezin a di deryayê de hat tomarkirin.
Saziyên Neteweyên Yekbûyî texmîn dikin ku bi qasî 500 kesan heta niha jî wenda ne.
Rêya Rojavayê Afrîkayê ku koçber ji wir ber bi giravên Kanaryayê ve diçin, yek ji rêyên herî zêde koçber lê dimirin e. Herikînên xurt ên Atlantîkê yên li wir dikarin keştiyan biqulibîne. Rêxistina Koçê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî ragihand, par li wir herî kêm 559 kes mirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin