Kestiyeke koçberan li Deryaya Spî noqî avê bû
PeyamaKurd – Rêxistina Koçberiyê ya Cîhanî (IOM) diyar kiriye, li Deryaya Spî, keştiyeke koçberan noqî avê bû û di encamê de herî kêm 100 koçberan can dane.
Li gor saziya sivîl a Fransî SOS ku li Deryaya Spî beşdarî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê bûye, da zanîn: “Piştî lêgerîna bi dirêjahiya çend saetan, tirsa me ya herî mezin rast derket. Xebatkarên Ocean Viking, li bakurê rojhilatê Trablusê paşmayiyên belemeyekê dîtin. Roja Çarşemê hatibû diyarkirin ku ew beleme di rewşeke xerab de ye û tê de 130 kes hene.”
Saziya SOS destnîşan kir, dema keştiya Ocean Viking gihiştiye cihê bûyerê, herî kêm 10 term dîtine û tu kesek bi saxî nedîtine.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye ragihandin, agahî gihiştiye wan, ji bilî wê belemeyê, du belemeyên din jî di rewşeke xerab de ne û ji ber ku hemahengiya tu welatekî bandordar bi wan re tune ye, xebatên lêgerîn û rizgarkirinê di şert û mercên gelek zehmet de têne kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin