Li derdora Sîcîlyayê, belema koçberan noq bû
PeyamaKurd- Li gorî ajansa Ansa ya Îtalyayê, bişev li peravên Sîcîlyayê belemeke koçberan noqî binav bûye û hat diyarkirin ku di encamê de 2 koçberan can dane.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, piştî bûyerê rayedaran da zanîn ku 11 kesên di belemê de Cezayîrî bûne û hatine rizgarkirin û ji bo 2 kesên wenda jî xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatine destpêkirin.
Hat diyarkirin ku di saetên pêş de tîmên ewlehiyê 45 koçberên neqanûnî rizgar kirine û hat zanîn ku koçberên di keştiyê de ji Burkina Faso, Kamerûn, Perava Îvory, Gambia, Gîne, Lîberyayê bûne ku xwestine derbasî Ewropayê bibin.
Rayedaran ragihandin ku ji şeva borî ve derdora 390 koçberên neqanûnî gihîştine Girava Lampedusayê û hat diyarkirin ku di 9ê Tebaxê de li girava Lampedusayê keştiya ku koçberên neqanûnî tê de bûn binav bûye û 41 kesan canên xwe ji dest dane.
Li gorî daneyên Rêxistina Koçberiyê ya Navneteweyî (IOM), ji sala 2014an de li Lîbyayê û zêdetirî 14.000 kes di deryayê de can dane an jî wenda ne ku xwestibûn ji Tûnisê derbasî Îtalyayê bibin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin