Li Îtalyayê, belema koçberan noq bû: bi dehan mirî hene!

26 February 2023 21:30 0 dîtin
Li Îtalyayê, belema koçberan noq bû: bi dehan mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên fermî yên ji medyaya Îtalyayê hatin ragihandin, li peravên Îtalyayê ji ber noqbûna belemekê, bi dehan kes xeniqîne.

Li gorî nûçeyên hatin ragihandin, îro ji ber noqavbûna vê belema navborî ya li peravên başûrê Îtalyayê, 43 koçber xeniqîne.

Hat ragihandin ku cendekên bi dehan koçberan ji bin avê hatine derxistin û xebatên lêgerînê yên li cendekan berdewam e.

Li ser noqbûna belemê, ji aliyê rayedarên Îtalî ve hat diyarkirin ku belem zêde giran bûye û ji ber pêlên dijwar bûye 2 parçe û noq bûye.