Li Îtalyayê, kestî noq bû: Bi dehan mirî hene!

09 August 2023 14:01 0 dîtin
Li Îtalyayê, kestî noq bû: Bi dehan mirî hene!

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji qada fermî ya Îtalyayê hatin ragihandin, li peravên Îtalyayê keştiya koçberan noq bû û di encamê de gelek koçber xeniqîn.

Hat diyarkirin ku keştiya koçberan a ku ji bendera Safakesê ya Tunisê diçû, li girava Lampedusayê ya Îtalyayê noqî bin avê bû û di encama vê yekê de 42 penaberan can dan.

Li gorî agahiyên destpêkê, 4 kesên di keştiyê de bûn ji aliyê nobedariya peravê ve hatine rizgarkirin.

Her wiha hat zanîn ku 3 jê zarok 45 kes di wê keştiyê de bûne û hat ragihandin ku piştî rêwîtiya 6 saetan, keştî di bin bandora pêlên giran de binav bûye.