Belema koçberan noq bû: 13 kes xeniqîn

01 January 2023 14:32 0 dîtin
Belema koçberan noq bû: 13 kes xeniqîn

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku belemeke 45 koçberên ji Mexrîbê (Fas) tê de bûn, dema derbasî Îspanyayê dibû di nav Deryaya Spî de noqî avê bû û 13 koçber mirin.

Ajansa AFPê ragihandiye ku belema 45 koçber tê de bûn û dixwestin ji ser bakurê Mexrîbê di nav Deryaya Spî de biçin girava La Palma ya Îspanyayê noq bû.

Hatiye diyarkirin ku belema navborî piştî deh xulekan ku ji peravên Mirleft ên bakurê Mexrîbê bi rê ketibû li kevirekî qelibîye û binav bûye.

Li gorî ragihandina medya Fasê 24 kes hatine rizgarkirin û yek ji miriyan jî jin e.

Li gorî amarên Rêxistina sîvîl a Îspanyayê Caminando Fronteras, heta niha herî kêm 11 hezar û 200 koçberên xwestine xwe bigihînin Îspanyayê di nav deryayayê de can dane yan jî winda bûne.

Wezareta Navxwe ya Îspanyayê jî eşkere kiriye ku di nav sala 2022yan de herî kêm 27 hezar û 789 koçber bi rêyên neyasayî derbasî welatê wan bûne.