Li Fasê, karesata koçberan: Bi dehan kes xeniqîn!
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, di encama binavbûna keştiya ku koçberên ji Fasê diçû Giravên Kanarya yên Spanyayê, 51 kes xeniqîn.
Yek ji nûnerên saziya sivîl Caminando Fronteras; Helena Maleno, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da û diyar kir ku di keştiya ku noqî bin deryayê bû de 11 jê jin, 3 jê zarok bi tevahî 51 kesan can dan.
Maleno bi berdewamî diyar kir ku ev 8 roj bûne ku ew koçber do nav tirs û xofeke mezin de di wê keştiya naylonî de bûne.
Helena Maleno amaje bi wê yekê jî kir ku tenê 4 kes rizgar bûne û li nexweşxanê hatine ragirtin û bal kişande ser wê yekê ku ew koçber di encama nebaşbûna alavên lêgerîn û rizgarkirinê û nebûna hevkariya navbera welatan de canên xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin