Karesata kestiyê li peravên Îtalyayê: Bi dehan kes wenda ne
PeyamaKurd – Li peravên Girava Lampedusa ya Îtalyayê keştiyeke koçberên neqanûnî tê de bûn binav bû 20 kes wenda bûn.
Li gorî daxuyaniya Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR)
Berdevka UNHCRê Chiara Cardoletti diyar kir ku di 1ê Îlonê de li Deryaya Spî keştiyeke ku koçberên neqanûnî tê de bûn binav bû û 7 kes bi saxî hatin rizgarkirin û agahiya 20 kesan jî nehat girtin.
Di nûçeyên di çapemeniya Îtalyayê de hat ragihandin ku ji qezayê 7 kes bi saxî hatin rizgarkirin, 3 jê zarok 21 kes jî wenda ne.
Asayîşa peravê ya Îtalyayê ku hin koçber bi saxî rizgar kirin, ragihand ku koçberên di keştiyê de Sûriyeyî ne.
Li gorî daneyên rapora Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) di sala 2023an de zêdeyî 3000 koçberên neqanûnî dema dixwestin derbasî Deryaya Spî bibin wenda bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin