Belema koçberan wergeriya: 43 koçber xeniqîn
PeyamaKurd – Belema koçberan li nêzîkî peravên Terfaye ya Mexrîbê wergeriya û di encamê de, 43 di nav avê de xeniqîn.
Roja Duşemê 17ê Çileya 2022ê Berdevkê Rêxistina Caminando Fronteras ku rêxistineke Îspanî ye û çavdêriya belemên koçberan dike diyar kir, di nav wan 43 kesan de sê zarokên şîrxwer hebûn û herwiha da zanîn, 10 kesên din ên nav belemê de jî hatine rizgarkirin.
Yên hatine rizgarkirin, roja Yekşemê karîne daxwaza hevkariyê bikin û heta 2 saetan ligel berpirsên peravên Mexrîbê di pêwendiyê de bûne. Li gor wê rêxistina Îspanî, çend saet pê çûne heta berpirsên Mexrîb karîne cihê wan destnîşan bikin û wan rizgar bikin.
Ew rêxistin dibêje ji wan 43 kesên xeniqîne heta niha laşê 2 kesan hatiye dîtin. Herwiha diyar dike ku koçber binêt bûn ji Mexrîbê xwe bighînin gravên peravên Îspanyayê ku 100 kîlometre dûrî Terfaye ne. Ev jî di demekê de ye ku Mexrîb bûye xaleke serekî ya veguhestina koçberan ber bi Îspanya û Îtalyayê û ji wir jî ber bi welatên din ên Ewropayê.
Li gor amarên Rêxistina Caminando Fronteras, sala derbasbûyî, zêdeyî 4 hezar koçberan dema hewl dane xwe bighînin Îspanyayê, can dane yan jî wenda bûne ku rêje li gor sala 2020an du qat bûye. Hevdem termê piraniya wan jî nehatiye dîtin. Li gor Wezareta Navxwe ya Îspanyayê jî, tenê di sala 2021ê de, zêdeyî 373 hezar koçberan karîne bi rêya deryayê xwe bighînin wî welatî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin