NY: Bahoza Beryl bandor li ser zêdetirî 260 hezar kesan kir
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser bahoza Beryl ku gihîştiye heta nava Meksîkayê daxuyanî da û ragihand, heta niha zêdetirî 260 kes di bin bandora bahozê de mane.
Li gorî daxuyaniya Berdevka NY ya Kordînasyona Mafên Mirovan (OCHA) Vanessa Huguenin, bahoza Beryl a li Karayîpan xistiye ruxîneke mezin bi xwe re aniye û bandor li ser zêdetirî 260 hezar kesan kiriye.
Herwiha Huuenin, da zanîn ku bahoz gihîştiye heta devera Tulum a nîvgirava Meksika ya Yucatan ku cihê geştiyarî yê populer e.
Li gorî rayedaran heta niha di bahoza Bryl de 9 kesan can daye û ziyaneke mezin a aborî bi xwe re aniye ku nêzî ji sedî 97ê xaniyan jî hilweşiyane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin