NY: Garantiya ewlehiyê ya derbasbûna kestiyan tuneye

20 July 2023 14:30 0 dîtin
NY: Garantiya ewlehiyê ya derbasbûna kestiyan tuneye

PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hat diyarkirin ku piştî Rusyayê Peymana Korîdora Genimî ya Behra Reş betal kir, ew nikarin garantiya ewlehiyê bidin keştiyên ku li herêma şer digerin.

Berdevkê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric, di civîna çapemeniyê ya rojane de pirsên rojnamevanan bersivandin.

Dujarric bal kişand ku Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dê hewildanên xwe bidomîne da ku genim û gubreya Ukrayna û Rusyayê bigihîne bazara cîhanî û got, "Pirsgirêka xwarinê gelek girîng e ku ji bo Sekreterê Giştî were paşguhkirin."

Dujarric eşkere kir ku ji bo hinardeya genimi, fikrên cuda hatin rojevê û got, "Ev der qada şer e. Kes nikare garantiya ewlehiyê ji Sekreterê Giştî bixwaze. Pabendbûna me ya ji bo armancên Peymana Korîdora Genimê ya Behra Reş û mutabaqata bi Rusyayê re dewam dike."

Dujarric destnîşan kir ku Guterres di çarçoveya peymana lihevkirinê de heta niha di derbarê daxwazên Rusyayê de hewildanên pêwîst kirine û da zanîn ku ew li ser mijarên cuda yên wekî qaîdeyên bankayê û bazara sîgorteyê kontrol nekirine û got: "Erka me ew e ku em li deriyên kesên din bixin û me ev yek kiriye û em ê berdewam bikin."