NY hejmara dawî ya penaber û kustiyên sivîl ên Ukraynayê eskere kir

02 August 2022 20:41 0 dîtin
NY hejmara dawî ya penaber û kustiyên sivîl ên Ukraynayê eskere kir

PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Penaberan li Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) hejmara windahiyên sivîl û penaberên Ukraynayê ji 24ê Sibatê ve ku êrîşên Rûsyayê dest pê kiribûn, eşkere kir.

Di daxuyaniya UNHCRê de hatiye diyarkirin ku heta niha hejmara welatiyên ji ber şer neçar mane terka Ukraynayê bikin, gihîştiye 10 milyon û 107 hezar û 957 kesan.

Li gorî amarên UNHCRê hejmara penaberên Ukraynî yên tomarkirî li Ewropayê 6 milyon û 162 hezaran derbas kiriye û herwiha penaberê Parastina Demkî wergirtine jî hejmara wan gihîştiye 3 milyon û 745 hezaran.

Hatiye diyarkirin ku ji wan penaberan zêdetirî 5 milyon kes sînorê Ukrayna derbas kirine û gihîştine Polonyayê û piştre jî beşek ji wan derbasî welatên Macaristan, Romanya, Slovakya û Moldovayê bûne.

Li Tirkiyê jî 145 hezar penaberên ukraynî bicih bûne.

Herwiha li gorî amarên UNHCRê yên windahiyên sivîl jî di navbera 1-31ê Tîrmehê de 355 kesan di encama teqînan de hatine kuştin  û ji destpêka şer ve jî 5 hezar û 327 sivîl hatine kuştin û hejmara birîndaran jî 7 hezaran derbas kiriye.