NY hejmara dawî ya sivîlên li Ukrayna hatine kustin eskere kir
PeyamaKurd – Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (UHCHR) bi daxuyaniyekê eşkere kir ku ji 24ê Sibatê heta 17ê Nîsanê di encama şer û êrîşên Rûsyayê bi ser Ukraynayê de zêdetirî du hezar sivîl hatine kuştin.
Di daxuyaniya UHCHRê de hat diyarkirin, heta niha herî kêm 2 hezar û 72 kesên sivîl hatine kuştin û 2 hezar û 818 sivîl jî birîndar bûne.
Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku Ukrayna tenê windahiyên sivîl yên teyît dike bi wan re parve dike û li gorî rayedarên Ukraynî hejmar gelekî zêdetir e.
Li gorî daxuyaniyê piraniya windahiyên sivîlan di encama topbaranên dijwar û bombardimanên bi moşek û balafiran hatine kirin, pêk hatine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin