Neteweyên Yekbûyî hejmara kustiyên sivîl û koçberên Ûkraynayê eskere kir

01 March 2022 20:14 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî hejmara kustiyên sivîl û koçberên Ûkraynayê eskere kir

PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) di roja 6emîn a êrîşa Rûsya ya ser Ûkraynayê de hejmarên tomarkirî yên kuştiyên sivîl ên bombardima Rûsyayê û welatiyên koçberî welatên Ewropayê bûne eşkere kir.

Dîmenên şeva borî belav bûne nîşan didin ku artêşa Rûsyayê bi fuzeyan meydana Azadiyê ya bajarê Xarkovê bombardiman kiriye û li gorî zanyariyan herî kêm 10 kesên sivîl di wê êrîşê de can dane.

Li gorî amarên NY heta niha herî kêm 660 hezar kes ji Ûkraynayê koçberî welatên cîran bûne û hîn zêdetirî 470 hezar welatiyên biyanî yên li Ûkraynayê asê mane jî hene.

Herwiha NY diyar kir ku ji 24ê Sibatê heta îro danê sibehê 13 zarok û 136 sivîlên din di bombebaranên rûsî de mirine û 26 ji wan zarok 400 sivîlên din jî birîndar bûne.