Neteweyên Yekbûyî hejmara koçberên Ukraynayî eskere kirin
PeyamaKurd – Li gor daxuyaniya Neteweyên Yekbûyî, ji Sibatê ve hejmara kesên ku ji Ukraynayê derketine 15 milyon û 354 hezar û 147 kes in û hema hema nîvê van kesan vegeriyane welatên xwe.
Li gor daneyên Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) piştî êrîşa Rûsyayê ya 24ê Sibatê ya li ser welatê cîran Ukraynayê heta 15ê Mijdarê, hejmara kesên ku ji Ukraynayê derketin 15 milyon û 354 hezar û 147 kes bûn.
Herwiha hejmara kesên ku vegeriyan Ukraynayê di nav kesên ku derketine derveyî welêt de weke 7 milyon û 747 hezar û 450 kes hat ragihandin.
Li gorî daneyên UNHCRê yên hatin ragihandin, welatê herî zêde koçber lê bi cih bûne, Rûsya bû. Li gorî daneyan welatên ku herî zêde koçberên Ukraynayê lê dijîn wiha ne:
-Rûsya: 2 milyon û 852 hezar û 395 kes
-Poland: 1 milyon û 497 hezar û 849 kes
-Almanya: 1 milyon û 19 hezar û 789 kes
-Çek: 460 hezar û 415 kes
-Îtalya: 173.231 kes
-Spanya: 153,54 kes
-Bûlgarîstan: 145 hezar û 560 kes
-Tirkiye: 145 hezar kes
-Îngîltere: 143 hezar û 100 kes
-Fransa: 118 hezar û 994 kes
-Slovakya: 100 hezar û 783 kes
Hejmara koçberên Ukraynayê li tu welatekî din 100 hezarî derbas nakin.
Li gorî UNHCR, heta 4,725,612 koçberên Ukraynayî di nav bernameyên parastina demkî û piştgirî yên neteweyî de li welatên xwe yên bicih bûne de ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin