Neteweyên Yekbûyî: Hejmara penaxwazên Ukraynî gihîst 5 milyonan
PeyamaKurd – Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku hejmara penaxwazên Ukraynî yên ji ber şer, derbasî welatên Ewropayê bûne gihîştiye nêzîkî 5 milyon kesan.
Komîseriya Bilind a Penaberan a girêdayî NY ragihand, ji 24ê Sibatê ango ji destpêka êrîşên Rûsyayê ve, welatiyên Ukraynayê ji ber şer terka welatê xwe dane û li 44 welatên parzemîna Ewropayê belav bûne.
Hat diyarkirin ku hejmara penaxwazên ukraynî 4,8 milyon kesan derbas kiriye û ji bo 3,2 milyon kesan jî parastina demkî hatiye qebûlkirin.
Herwiha NY daye zanîn ku ji destpêka şer ve 2,3 milyon kes jî vegeriyane Ukraynayê.
Koçberên Ukraynayê herî zêde li Polonyayê bicih bûne û piştî wê jî Almanya, Çekya, Îtalya, Îspanya û Tirkiye tên.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin