NYT: “Divê Amerîka ji hêla siyasî jî pistevaniya Kurdan bike.”

28 September 2018 01:28 0 dîtin
NYT: “Divê Amerîka ji hêla siyasî jî pistevaniya Kurdan bike.”

PeyamaKurd - Rojnamevana Amerîkî Alîza Marcus di gotara xwe ya di New York Timesê de çavdêriyên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê vegotin û diyar kir; “Pêwîst e Amerîka ne tenê di warê serbazî de, di warê siyasî û pratîkî de jî piştevaniya Kurdan bike.”

Rojnamevana Amerîkî Alîza Marcus ku demek berî niha serdana Rojavayê Kurdistanê kiribû, çavdêriyên xwe yên li ser Rojavayê Kurdistanê di gotara xwe de anîn ziman û got, “Amerîkayê berî niha ragihandibû ku heta ku DAIŞ ji herêmê bê paqijkirin ew dê piştevaniya şervanên ku Kurd pêşengiya wan dikin, bike. Ev girîng e lêbelê seqamgirî û ewlekariya wê deverê bi naskirin û piştevanîkirina hêzên Kurdî di warê siyasî û pratîkî de mumkun e.”

Alîza Marcus îfade dike ku Amerîkayê heta niha bi zelalî negotiye ew ê piştevaniya Kurdan di warê siyasî de bikin û ew federasyona Kurdan jî nas nekiriye.

Herwiha dibêj hêzên kurdî bi fedakariyeke mezin Reqaya paytexta DAIŞê jî di nav de, ew herêma bakur rojhilat hemû ji çekdarên DAIŞê paqijkirin û dibêje ku devera herî dawîn a di destê wê rêxistinê jî li jêr dorpêça hêzên kurdî ye û dê ew dever jî bê kontrolkirin.

Marcus dide zanîn, ku jin û pêkhateyên din xwe di wê rêveberiya niha ji aliyê Kurdan ve hatiye avakirin de dibînin û radigihîne ku ji ber şert û mercên şer, dorpêça li ser wê herêmê gelek astengî rû didin, lê dibêje tevî ewqas astengiyan jî hewldan hene ku xizmetguzarî werinpêkanîn. Alîkariyên ji aliyê NY ve tên şandin jî naçin bo Kurdan û bo deverên din diçin û Kurd nayên dîtin û her ku diçe jî rewşa aborî qelstir dibe.

Rojnamevana Amerîkî Alîza Marcus dibêje ji bo rexenkirina rêveberiya PYDê gelek sedem hene û radigihîne ku PYD û hêzên serbazî yên bi ser ve kontroleke tund avakirine û kêm dezgehên partiyên siaysî yên mixalîf mane ku xebatên xwe dikin. Marcus dibêje divê Amerîka wê piştevaniya xwe bo avakirina sîstemek demokratîk û vekirî jî bikar bîne û pêwîste mixalîfên rêveberiya Kurdî jî beşdarî civîn û rêveberoya heyî bike û ew yasayên rêveberiya xweser ku sazî û kesên mixalîf asteng dike, bide rakirin.

Alîza Marcus destnîşan dike ku tevî ku hin hevdîtinên di navbera MSD û Şamê de çêbûn jî di demek nêz de rêkeftinek di navbera wan de xuya nake û dibêje nebûna piştavaniya siyasî destê Kurdan jî qels dike û Marcus wiha dibêje, “Ezmûna Kurdan di maweyekî dirêj de dê rê li ber seqmgiriyê veke, Kurd ne ew mitefîk in ku Amerîka piştî bikar bîne wan bide aliyekî. Amerîka bi piştevanî û naskirina Kurdan dê beşeke Sûriyê xilas bike. Bi piştevaniya xwe dê bibe sedem ku peymaneke adilane di navbera Kurd û Şamê de pêk were û di pêşerojê de jî li wê deverê dibe xwedî bingehekî.”