Ocalan: Stratejiya li Rojava rast e, ji bo parastina yekparçebûna Sûriyê ye

05 March 2020 15:53 0 dîtin
Ocalan: Stratejiya li Rojava rast e, ji bo parastina yekparçebûna Sûriyê ye

PeyamaKurd – Serokê PKKê yê li Girava Îmralî ya Tirkiyê zîndanîkirî Abdullah Ocalan di hevdîtina ligel birayê xwe Mehmed Ocalan ku doh 4ê Adarê pêk aniye de, li ser rojevê û rewşa Sûriyê û Rojhilata Navîn daxuyanî dan.

Birayê Ocalan, Mehmet Ocalan ji Ajansa Mezopotamya re naveroka hevdîtina xwe û daxuyaniyên Abdullah Ocalan vegotiye ku tê de ji bo rewşa Kurdên bakurê Kurdistanê balê dikişîne ser xebatên HDPê û dibêje, "Hûn nebin hêz, kes nikare pirsgirêkan bi we çareser bike. Divê hûn bibin hêz. Masaya li Tirkiye li ser 2 piyan e. Ji bo mase nekeve divê hûn bibin piyê sêyemîn. Ger ku mase li ser sê pîyan be nakeve. Pîyê sêyimîn jî bi mezinkirin, xurtbûnê pêkan e." 

Ocalan li ser rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî diyar dike, "Li Rojava gelek eşîrên ereb hene. Tu ji tevan re gelek silav û hurmetên min bibêje. Dîsa ji kesên ku li wir di saziyan de dixebitin re gelek silav û hurmetin min bibêje. Kesên li Rojava ked didin gelek bi nirx in. Ji ber xebatan wan ez wan pîroz dikim. Xebateke pîroz dimeşînin. Serkeftinê ji wan dixwazim.”

Di berdewamê de Abdullah Ocalan siyaseta Tirkiyê ya Sûriyê ku di navbera Rûsya û Amerîka de diçe û tê rexne dike û dibêje, “Tirkiye geh li cem Amerîkayê ye geh li cem Rûsyayê ye. Ev ne çareserî ye. Çareserî ev e; divê hêzên li Rojava, di nav yekparebûna Sûriyeyê de bi awayekî hê berfirehtir bibin hêz. Ev ji bo parastina yekparebûna Sûriyeyê pêwîst e.”

Ocalan xebatên rêveberiya xweser a li Rojavayê Kurdistanê bibîr dixe û dide xuyakirin ku ew ji bo parastina yekparçemayîna Sûriyê ne û wiha didomîne:  

“Rexistibûna li Rojava ji bo yekparebûna Sûriyeyê ye. Rêxistinbûyînên li wir kurd ereb, ermen û xiristiyan heke nebin hêz dê sibê nikaribin yekparebûna Sûriyeyê jî pêk bînin. Stratejiya li Rojava gelek rast e, silav û rêzên min bêyî ku cûdahî bikin navberê bigihînin hemû kesên ku li wir dixebitin û ked didin."

Li gorî vegotina Mehmet Ocalan, ji Abdullah Ocalan re gotiye, 'Gelê me yê herêmê û yê Rojhilata Navîn ji sedî 80 ji sedî 90 dibêjin tenê Serok Ocalan dikare pirsgirêkê çareser bike' û wî bersiv daye û gotiye; 'Belê ez jî vê dizanim. Mesele ya me ye. Ji bo çareseriya pirsgirêka Rojhilata Navîn divê em bi pîvan tevbigerin'.