DYAyê li baregeha xwe ya Rojava pergala parastina asmanî ya pêsketî bi cih dike
PeyamaKurd - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Hêzên Amerîkayê (DYA), li baregeh xwe ya Rojavayê Kurdistanê ya kêlgeha Omer a li Dêrezorê pergala parastina asmanî ya pêşketî bi cih dike.
Rîwangeha Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku firokeyeke barhilgir a DYAyê li baregeha Omer a li gundewarê Dêrezorê daketiye û sîstema parastina asmanî ya pêşketî danî ye.
Li gor agahiyên SOHRê, di dema daketina firokeyê de, hêzên hevbeş ên DYA û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li herêmê dest bi tevgerîna parastinê kirine.
Ji aliyekî din ve hate ragihandin ku Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê, 40 barhilgirên ku barên wan çek û cebilxane bûne derbasî binkeya xwe ya li Til Bêdarê ya li bakurê Hesekê kirine.
Di demên dawî û bi taybetî piştî 7ê Cotmeha 2023yan ku şerê Îsraîl û Hemasê destpê kir de, pir caran baregeha hêzên DYAyê ya li kêlgeha Omer rastî hêrişên frokeyên bêmirov û mûşekan hat.
Kêlgeha Omer a neftê ya li başûrê rojhilatê Dêrazorê ku baregeheke mezin a Hevpeymaniya Navnieteweyî jî lê ye, pir caran ji aliyê komên mîlîşe yên girêdayî rejîma Îranê ye rastî hêrişan hatibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin