Rojava: Li devera baregeha leskerî ya DYAyê teqîn

28 January 2024 23:23 0 dîtin
Rojava: Li devera baregeha leskerî ya DYAyê teqîn

PeyamaKurd - Rîwangeya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li devera Omer a li bejahiya Dêrezorê ku mezintirîn baregeha leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yYên Amerîkayê (DYA) lê ye, teqînên mezin hatine bihîstin.

SOHRê ragihand ku teqîn li nêzîkî baregeheke DYA ya li gundewarên Malikiye yê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê çêbûne.

Di derbarê teqînan de ne jî DYA û Rêveberiya Xweser a Rojava û ne jî ji rejîma Sûriyeyê heta niha ti daxuyanî nehatine dayîn.