Hevpeymaniyê ji bo xebatên avakirina baregeha li Rojava karwaneke din a leskerî sand

21 February 2021 12:34 0 dîtin
Hevpeymaniyê ji bo xebatên avakirina baregeha li Rojava karwaneke din a leskerî sand

PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi armanca avakirina baregeheke leşkerî li Dêrikê karwaneke leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.

Hevpeymaniya Navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, xebatên bo avakirina baregeha li gundê Eyn Dîwarê yê navçeya Dêrikê li parêzgeha Hesekê berdewam dike.

Hevpeymanî li sêgoşeya sînorî ya ligel Tikriyê û Herêma Kurdistanê baregehê ava dike û ev demeke alîkariyên leşkerî û lojistîkî derbasî wê deverê dike.

SOHRê ragihandiye ku Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke din a ji barhilgirên ku alîkarî û pêwîstî hilgirtine derbasî Eyn Dîwarê kir.

SHORê diyar kir, bi derbaskirina wê karwana leşkerî ya Hevpeymaniya Navdewletî re, hêzên Rûsyayê gereke çavdêriyê bi 2 helîkopter û 4 zirîpoşan li wê herêmê dan destpêkirin.