Rojava | Amerîkayê 4 sîstemên parastina asmanî bicih kir: Menzîl 443 km ye

23 July 2024 18:06 0 dîtin
Rojava | Amerîkayê 4 sîstemên parastina asmanî bicih kir: Menzîl 443 km ye

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku hêzên Amerîka yên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê 4 sîstemên berevaniya asmanî ya kurtavêj li parêzgeha Hesekê û Dêrazorê bicih kirin.

Li gorî nûçeya medyaya Erebî ku dispêre çavkaniyên herêmê, hêzên Amerîkayê karwaneke nû ya alîkariyên leşkerî ji ser Herêma Kurdistanê bi rêya deriyê sînorî El-Welîd derbasî Rojavayê Kurdistanê kir û li baregehên xwe yên li herêmê bi cih kirin.

Hatiye diyarkirin, di nav karwana nû de, 40 wesayitên zirxî yên Bradley û çar sîstemên berevaniya asmanî ya cureya (Avenger) ên kurtavêj hene û helîkopterên Amerîkî jî ji asman ve çavdêriya karwanê kirin.

Hate zanîn ku sîstemên berevaniya asamanî (Avenger) li baregehên Amerîka yên li Xirab El-Cîr û Şedadê yên li parêzgeha Hesekê û baregehên li kêlgeha petrolê El-Omer û kêlgeha Konîko yên li Dêrazorê hatine bicihkirin.

Heman jêderan dane xuyakirin ku sîstemên berevaniya asamanî (Avenger) beriya niha jî di nîvê meha Adara borî de. ji aliyê du kompanyayên Amerîkî ve li deverên jêr kontrola HSDê de hatine bicihkirin.

Menzîla sîstema berevaniya asmanî ya Avenger, 443 kîlometre ye û li dijî moşekên Kruise, dron, balafirên bi bask û helîkopterên ku nizm difirin hatiye pêşxistin.