Sîstemên parastina asmanî yên Fransî li Iraq û Kurdistanê têne bicihkirin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser sînorên Herêma Kurdistanê û Iraqê cara yekem sîstemên parastina asmanî yên ji Fransayê hatine têne bicihkirin.
Cîgirê serokê lijneya asayîş û berevaniyê ya parlamentoya Iraqê Mehdî Teqî Amirlî ji bo medyaya Iraqê re ragihandiye, sîstema berevaniya esmanî dê li ser sînorên Iraqê yên ligel welatên cîran bê bicihkirin.
Amirlî diyar kiriye, li gorî girêbestekê tê çaverêkirin ku karwaneke sîstema berevaniya asmanî ku ji Fransa hatiye kirîn, bigihê Iraqê û li ser sînoran werin bicihkirin.
Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Fermandehiya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê de lîwa Ebdulxaliq Talet jî gotiye ku ew sîstem jî bo sînorên Herêma Kurdistanê yên di nava Iraqê de ye û daye zanîn, heger ew sîstem li sînorên Iraqê were bicihkirin, bêguman dê li Herêma Kurdistanê jî were bicihkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin