Oda Sanayî û Bazirganiyê ya Duhokê biryara boykotkirina berhemên Îranê da
PeyamaKurd - Oda Sanayî û Bazirganiyê ya Duhokê, li ser êrîşên Îranê yên ser Erbîlê, biryara boykotkirina berhemên Îranê da.
Biryar bi sedema êrîşên Îranê yên ser Herêma Kurdistanê ku di 15 ê mehê de li Erbîlê êrîşê ser mala karsazê Kurd Pêşrew Dizeyî kiribûn û di encamê de Pêşrew Dizeyî, keça wî ya 11 heyvî ya bi navê Jîna bi temamî 4 kesan bi fuzeyan kuştibûn û 16 kesan jî birîndar kiribûn, Ode, biryara boykota berhemên Îranê da. Ode di mijarê de weha got:
“Di bazara me de gelek berhemên Îranê hene. Em weka Oda Sanayî û Bazirganiyê ya Duhokê xebatên dîtina bazarên nûh dikin ku berhemên Îranê bi yên xwecîh, herêmê û dinyayê re biguhêrin. Em ê bi bazirganên xwe ve bazar û berhemên altenatîf bibînin.”
Berya Oda Duhokê, Oda sanayî û bazirganiyê ya Erbîlê biryara boykotkirina berhemên Îranê dabû û ew jî ragihandibû ku bazar û berhemên alternatif ji bazirganan û veberhênan re dê bibînin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin