Parêzgarê Duhokê: Destkeftên gelê Kurdistanê girêdayî biryara 7 kesan nîne
PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Elî Teter derbarê biryara Dadgeha Federal a Iraqê ji bo betalkirina qanûna neft û gaza Kurdistanê de eşkere kir, biryar siyasî ye û divê bi helwesteke Kurdistanî û niştimanî li dijî wê were derketin.
Parêzgarê Duhokê Elî Teter li ser facebookê daye zanîn, ew biryar bê şik û guman, siyasî ye.
Elî Teter herwiha destnîşan kiriye, eger Kurda guhê xwe daba biryar û ferman û daxwazên sazî û dezgehên Iraqî, çi dadgeh be çi serkirdetiya şorişê be û çi jî parlemento be, wê çaxê ne Kurd diman ne Kurdistan. Ji ber wê jî dive em hemû bi helwesteke Kurdistanî û niştimanî li dijî wê biryara şovenîstî derkevin, ji ber ku biçûktirîn gumana me li ser siyasîbûna wê biryarê nîne.
Di berdewamiyê de Elî Teter diyar kiriye, çendîn sal e Herêma Kurdistanê hawar dike bendên Destûra Iraqê nayên bicîhanîn û mezintirîn arîşeya Herêma Kurdistanê bi hikûmeta Iraqê re jî cîbicînekirina Destûrê ye. Wê çaxê dadgeha federalî li ku bû?!
Herwiha bi gotina parêzgarê Duhokê, qeder û maf û azadî û destkeftên gelê Kurdistanê girêdayî biryara 7 kesan (endamên dadgehê) nîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin