Parêzgarê Duhokê: Eger ew hêz bawer in ku ligel xelkê Kurdistanê ne, bila ji Singalê derkevin

06 May 2022 12:10 0 dîtin
Parêzgarê Duhokê: Eger ew hêz bawer in ku ligel xelkê Kurdistanê ne, bila ji Singalê derkevin

PeyamaKurd – Parêzgarê Duhokê Elî Teter di daxuyaniyekê de eşkere kir, zêdetirî 10 hezar awareyên Şingalê gihîştine parêzgeha Duhokê û daxwaz dike ku hêzên neyasayî ji Şingal û derdora wê derkevin.

Elî Teter di civîneke çapemeniyê de axivî û got, xelkê Duhokê bi dilekî germ pêşwazî li 10 hezar awareyên Şingalê kirin û hemû rêxistinên navxwe û biyanî amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina wan awareyan nîşan dan.

Herwiha Teter da zanîn, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hemû temamê tîma hikûmetê li ser xet in û amadebûna xwe ji bo alîkarîkirina awareyan nîşan dan.

Parêzgarê Duhokê daxwaz kir, hemû kom û pêkahetên nerewa ji Şingalê derkevin û got: “Eger ew hêz bawer in ku ligel xelkê Kurdistanê ne, bila ji Şingalê derkevin û rê li ber wê yekê xweş bikin ku aware vegerin ser mal û milkê xwe.”