Omêd Xosnaw dibe parêzgarê Hewlêrê

02 February 2021 18:17 0 dîtin
Omêd Xosnaw dibe parêzgarê Hewlêrê

PeyamaKurd - Serokê Fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Parlemantoya Kurdistanê Omêd Xoşnaw ji bo postê Parêzgariya Hewlêrê hat kandîdkirin.

Jêderekî nêzîkî Omêd Xoşnaw li ser nûçeyên derbarê namzedkirina parêzgariya Hewlêrê de piştrast kir ku Omêd Xoşnaw ji bo bibe Parêzgarê Hewlêrê yê nû hatiye destnîşankirin.

Hêjayî bibîr xistinê ye, Parêzgarê Hewlêrê Firset Sofî ji ber nexweşiya vîrusa koronayê 18ê Kanûna 2029an, di 42 saliya xwe de koça dawî kiribû û cihê wî ji wê demê ve vala mabû.