Operasyonên li dijî DAISê berdewam dikin: Li Îzmîrê 8 gumanbar hatin desteserkirin

31 December 2019 11:31 0 dîtin
Operasyonên li dijî DAISê berdewam dikin: Li Îzmîrê 8 gumanbar hatin desteserkirin

PeyamaKurd – Li navçeyên Îzmîrê yên Torbali û Tîreyê li dijî rêxistina terorê ya DAIŞê operasyona hat pêk anîn û di encamê de 8 gumanbar hatin desteserkirin.

Li Îzmîrê li ser daxwaza Serdozgeriya Komariya Îzmîrê bi hinceta ku peywendiya wan bi DAIŞê re heye 8 gumanbar hatin dessteserkirin ku ji wan 8 kesan yek hemwelatiyê Libnan û Almanyayê ye û her 7 kesên din jî hemwelatiyê Sûriyê ne.

Hat diyarkirin ku derbarê kesên ku bi gumana endambûna DAIŞê hatine desteserkirin de lêpirsîna emnî û edlî didome.