Hevpeymaniya Navdewletî: Operasyonên me yê dijî DAISê berdewam dibin
PeyamaKurd - Berpirsekî Hevpeymaniya Navdewletîya dijî DAIŞê ragihand, operasyonên wan li dijî DAIŞê berdewam dibin û di meha borî de êrîşên esmanî li ser terorîstên DAIŞê encam dane.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Cîgirê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, Kapîtan Matthew Morris derbarê operasyonên li dijî DAIŞê ragihand: “Em di hevahengiya li gel navenda operasyonên Iraqê de berdewam in û ji nêzîk ve ligel hêzên Iraqî ji bo rûbirûbûna DAIŞê kar dikin.”
Cîgirê Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî, herweha ragihand: “Niha herî kêm 6 welatên endam di nava Hevpeymaniya Navdewletî de bi çend şêweyan û ji van jî êrîşên esmanî, di şerê dijî DAIŞê de alîkariya hêzên Iraqî dikin.”
‘Hevpeymaniyê di Nîsanê de du êrîşên esmanî li dijî DAIŞê encam dane’
Matthew Morris herwiha diyar kir, di meha Nîsanê de Hevpeymaniya Navdewletî du êrîşên esmanî li dijî DAIŞê encam dane, yek di 13 Nîsanê de û ya din jî di 29 Nîsanê de bûye.
Çend çavkaniyên ewlehî yên di nav hikûmeta Iraqê de ragihandine, ku Hevpeymaniya Navdewletî dest bi amadekariyan kiriye ji bo destpêkirina çalakiyên xwe yên serbazî li Iraqê, bi taybet jî ku di wan demên dawiyê de DAIŞê çalakiyên xwe zêdetri kirine.
Destpêkirina çalakiyên Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê wek piştgiriyekê bo hikûmeta nû ya Iraqê ya bi serokatiya Mistefa Kazimî tê nirxandin, bi taybet jî ku hikûmeta Kazimî çend roj e ku dest bi karê xwe kiriye.
Hevpeymaniya Navdewletî dixwaze bi rêya hevbeşîkirina zanyariyên istixbaratî û herwiha encamdana êrîşên serbazî, di operasyonên li dijî çekdarên DAIŞê de yên li parêzgeha Enbar û navçeyên din alîkariya hêzên Iraqî bike.
‘DAIŞê sûd ji koronayê û kêşeyên siyasî û hebûna hikûmeteke karbirêker li Iraqê werdigire’
DAIŞê di wan demên dawiyê de sûd ji krîza koronayê û herwiha kêşeyên siyasî û hebûna hikûmeteke karbirêker li Iraqê wergirtibû û êrîşên xwe zêde kiribûn, bi awayekê ku ji 15ê Nîsanê ve heta 6ê Gulanê, DAIŞê 24 êrîş li çendîn navçeyan pêk aniye. Di encama wan êrîşên DAIŞê de, zêdetirî 40 kes hatin kuştin û wê yekê jî zengilê metirsiyê bo ser ewlehî û seqamgîriya Iraqê çê kir.
Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, bi sedema belavbûna vîrusa koronayê û metirsiyên vê vîrusê, çalakiyên xwe yên li Iraqê û Herêma Kurdistanê rawestandibû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin