Otobuseke rêwiyan a Makedonyaya Bakur sewitî: 45 kesan can dan

23 November 2021 11:47 0 dîtin
Otobuseke rêwiyan a Makedonyaya Bakur sewitî: 45 kesan can dan

PeyamaKurd – Li rojavayê Sofya paytexta Bulgaristanê, otobuseke rêwiyan a Makedonyaya Bakur şewitî û 45 kesan can dan.

Li gor medyaya Bulgaristanê diyar kir, bûyera şewata otobusê di saet 3yê berbangê de, li ser rêya bejahî ya bajarê Blagoevgrad – Sofya rû daye, 52 rêwî tê de bûn û ber bi Stenbolê ve diçû.

Herwiha hat destnîşankirin, di encama şewatê de, 45 kesan can dan, di nava wan de 12 zarok hene. Herwiha 7 kesên din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyan hatin veguhestin.

Berpirsê di Wezareta Navxwe ya Bulgaristanê de Nikolai Nikolov piştrast kir, di şewatê de herî kêm 45 kesan can dan. Birîndar jî ji bo nexweşxaneya Hawarhatinê ya Sofyayê hatin veguhestin.