Diyarbekir | Otobuseke rêwiyan ji ber barana zêde kontrola xwe wenda kir û wergeriya
PeyamaKurd – Li Bismila navçeya Diyarbekirê, otobuseke rêwiyan ji ber barana zêde kontrola xwe wenda kir û wergeriya.
Li gor zanyariyan, di qezayê de ziyanên canî tune, lê 20 kes birîndar bûn û ew rakirin nexweşxaneyê.
Herwiha piştî qezaya otobusê, destwerdan û alîkariya ewil ji aliyê gundiyên ku qezayê dibînin ve hatiye kirin û tîmên hewarçûnê jî gihiştine ciyê bûyerê.
Agahî destnîşan dikin, di qezayê de hê jî mirî tune ne û ji 20î zêdetir rêwiyên ku birîndar bûne, ji bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin