Otomobîl û kamyonet lihev ketin: kesek mir û 3 kes birîndar bûn

05 March 2022 19:00 0 dîtin
Otomobîl û kamyonet lihev ketin: kesek mir û 3 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Maraşê otomobîl û kamyonetekî li fetlanekê lihev ketin û qeza çêbû. Di qezayê de Muharrem Eser (24) ê ku otomobîlê dajot, jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî qezayê agir bi otomobîlê ket.

Li ser qezayê tîmên tenduristiyê, îtfaiye û polîsan çûn ciyê bûyerê. Cenazê Muharrem Eser birin morga tiba edlî û birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyan.