Otomobîla bombebarkirî bi hêza iraqî de hat teqandin: Gelek kustî û birîndar hene

28 February 2021 18:32 0 dîtin
Otomobîla bombebarkirî bi hêza iraqî de hat teqandin: Gelek kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Hat ragihadin ku di encama teqîna otomobîleke bombebarkirî de, li rojavayê Iraqê 14 endamên artêşa Iraqê û hêza Heşdî Eşîrî hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavkaniyeke ewlehiya Iraqê eşkere kir ku îro 28ê Sibatê, li bajarokê Hedîse yê parêzgeha Enbar ê rojavayê Iraqê, otomobîleke bombebarkirî di hêzeke girêdayî artêşa Iraqê û Heşdî Eşîrî de teqiya.

Hat diyarkirin ku li gor zanyariyên destpêkê efserekî artêşa Iraqê û 6 karmendên Heşdî Eşîrî jiyana xwe ji dest dane û 5 leşkerên artêşa Iraqê û 2 endamên Heşdî Eşîrî jî birîndar bûne.