Otomobîla parlamenterê HDPê qeza kir: 2 kes birîndar bûn
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku otomobîla ku Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Colemêrgê Saît Dede tê de bû, li minîbûsekê xist û di qezayê de du endamên HDPê birîndar bûn.
Qeza îro danê nîvro rû daye û otomobîla ku Parlamenterê HDPê Saît Dede tê de bû û minîbusek, li ser rêya sereke ya navbera bajarên Colemêrg û Wanê yên Bakurê Kurdistanê li hev dane.
Hat zanîn ku di bûyerê de 2 endamên HDPê yên ligel Saît Dede di nav otomobîlê de bûn, birîndar bûne, lê Saît Dede silamet e.
Piştî bûyerê otomobîl ji ser rê hat rakirin û birîndar ji bo nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin