Parlamentara HDPê di qezayê de birîndar bû
PeyamaKurd - Li bajarê Riha navçeya Wêranşarê di rûdaneke trafîkê de, parlamentara HDPê Ayşe Surucu jî di nav de 6 kes birîndar bûn.
Li gor zanyariyan otomobîla ku Ayşe Surucu jî tê de bû, li nêzîkî nexweşxaneya Wêranşarê li otomobîleke din qelibî û 6 kesên di herdu wesayîtan de birîndar bûn.
Şaredara HDPê yê Wêranşarê Roza Yazmaci li ber nexweşxaneyê daxuyakirin ku rewşa Surucu û birîndarên din sivik e û derbarê bûyera trafîkê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin