Li Wanê otomobîla plaka wê Iraqe qeza kir: 2 mirî û 1 birîndar
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li ser rêya Hekkariyê nêzî gundê Guzelsuyê otomobîla plaka wê aîdê Iraqê ya bi jimare 154414 DUH ye, bi sedema otomobîl ji kontrola ajotvan derket, di helan de çû jêr û wergeriya. Di encamê de 2 kes mirin û yek kes birîndar bû. Navê miriyan û birîndar neha zanîn lê tîmên tenduristiyê û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê.
2 kes li ciyê qezayê jiyana xwe ji dest dan û tîmên Îtfaiya bajarê Wanê, wan ji otomobîlê derxistin. Ji bo otopsiyê cenazê her 2 miriyan birin tib a edlî ya Wanê.
Li gor plaka otomobîlê ku hatiye dayîn, jimare ya bajarê Duhokê ye û dibe kesên qeza kirine Kurdên Herêma Kurdistanê bin.
Li ser bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin